Emro Newroz e. ew roje ye ke bo êmey Kurd bûe be sembolî azadî. Dey Newrozman pîroz. Bellam ew şitey ke bû be hoy saz kirdinî em wêbloge, ewe bû ke emsall le layenî Netewe Yekgirtûekanewe be nawî salî Zimanî Zigmakî naw nirawe û eme le katêk da ye ke zimane bê xawenekey ême be hoy tewawî ew şitaney ke êweyş dezanin, hêşta ne xawenî zaraweyêkî fermî e û ne rênûsêkî yekgirtûy heye. Û tenha b’em hoye min em wêblogem damezrandûwe ke dawa bikem ke rênûsêkî yekgirtû hellbijêrdirê.
Her eme û çîtir hîç!
Hîwadarim kesêk bîxwênêtewe!