EY REQÎB

Zemanê zor pêm xoş bû deqî tewawî sirûdî Ey Reqîb fêr bibim. Ew kate destim be înternet nedegeyişt. Bellam çend sall e ke destim be înternêt geyiştûe, û cige le EY REQÎB  zor şitî tirim lê be dest kewtûe. Boye pêm xoş e hem EY REQÎB û hem kurteyêk le jiyanî DILLDAR şaiîrî em şêire l’êre da dabinêm bellkû kesêk kellkî lê wer bigrê.DILLDAR le sallî 1938 le bendîlxaneyêk le Êran em sirûdey gutûe.

Fermûn…

 HEY GURDIAN"Ey Reqîb"

  is sung by Kurdish nationalists as the Kurdish national anthem. It was written by the Kurdish poet Dildar in 1938, when he was in a Iranian jail. Ey Reqîb means literally "Hey Guardian", but nowadays the title is usually given in English as "Hey Enemy". The song was originally written in Soranî but is also sung in the Kurdish dialect of Kurmancî.It is also the national anthem of the Kurdistan Autonomous Region of Iraq.

EY REQÎB (Soranî)

Ey reqîb her mawe qewmî Kurd ziman

Nayşikênê danerî topî zeman

Kes nellê “Kurd mirdû e”, Kes nellê “Kurd mirdû e”,

Kurd zindû e

Zindû e qet nanewê allakeman

Ême rolley rengî sûr û şorişîn

Seyrî ke xwênawî e rabirdûman

Kes nellê “Kurd mirdû e”, Kes nellê “Kurd mirdû e”,

Kurd zindû e

Zindû e qet nanewê allakeman

Lawî Kurd hestaye ser pê wek dilêr

Ta xwên nexşî bika tacî jiyanKes nellê “Kurd mirdû e”,

Kes nellê “Kurd mirdû e”,

Kurd zindû e

Zindû e qet nanewê allakeman

Ême rolley Mîdya û Keyxusrewîn

Dîniman, ayîniman her nîştiman

Kes nellê “Kurd mirdû e”, Kes nellê “Kurd mirdû e”,

 Kurd zindû e

Zindû e qet nanewê allakeman

Lawî Kurd her hazir û amade ye

Giyan fîda ye, giyan fîda her giyan fîda

Kes nellê “Kurd mirdû e”, Kes nellê “Kurd mirdû e”,

Kurd zindû e

Zindû e qet nanewê allakeman 

EY REQÎB (Kurmancî)

Ey reqîb her, maye qewmê kurd ziman
Naşikê û danayê topên zeman

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Lawê kurd rabûye ser piyan wek şêran
Ta bi xwîn nexşîn bike tacî jiyan

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Em xortên Medya û Keyxusrew in
Dînîman û ayînman kurd û Kurdistan

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna diyan me da rijan

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Lawên Kurd tev hazir û amade ne
Canfîdane canfîda, tev canfîda

Kes nebê´n kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan
Jîn dibin qet nakeve ala kurdan



________________________________EY REQÎB (English)HEY GURDIAN

Sometimes translated as "Hey Enemy"Oh enemy, the Kurdish nation is alive, its language is yet spoken It shall not be defeated by the weapons of any age Let no one say Kurds are dead Kurds are living Kurds are living, their flag will never fall We, the youth are the red colour of the revolution Watch our blood that we shed on this way Let no one say Kurds are dead Kurds are living Kurds are living, their flag will never fall We are the children of Medes and Cyaxares Both our faith and religion are our homeland Both our faith and religion are Kurd and Kurdistan Let no one say Kurds are dead Kurds are living Kurds are living, their flag will never fall The Kurdish youth have risen like lions To adorn the crown of life with blood Let no one say Kurds are dead Kurds are living Kurds are living, their flag will never fall The Kurdish youth are ever present and Forever will be ready to sacrifice their lives Sacrifice each life they have, each life they have!   

DILLDAR (1918-1948)

Dildar (1918-1948) yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Iraqê. Navê wî yê rastîn Yunis Rauf e, wek gelek nivîskarên kurdKoye (Koysancax) hatiye dinê.Dibistana pêşîn li Raniyê, dibistana navîn jî li bajarê Erbîlê di sala 1935an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek awukat kar dike.Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rohilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransê, Tirkiyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikşîne.Li şûna awûkatiyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbesivaniya Dildar de tema here balkês, bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne.Kurdistan bûye kakilê tema efrandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe marşa vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.Di salên şerê Cihanê yê Duwemîn de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra edebiyata Fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948-an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn. 

DILLDAR (English)Yûnis Reuf (1917-1948) known as Dildar, was a Kurdish poet. He was born in the city of Koye located in Arbil Governorate. After finishing high school in Kirkuk, he moved to Baghdad, where he studied Law. He wrote Ey Reqîb (Kurdish national anthem) in 1938, when he was in a jail in the Kurdistan province of Iran.



نه‌ناسراو | 2008/3/25 | 01:39
dast xosh bara jwanakam
dast xoshet ledakam barasty nmwnay kurdi wafadary hewa darm hamw kas wak to ber bkatawa
wa hewa darm btwany laregay am weblagatawa xzmatek pishkash bkaet bahamw kurd bataebat karkuki rasan dwara dast xosh
bray bchwkt
baxtiar sleman surchy
www.baxtiar.kurdblogger.com
ziyad_asaad@yahoo.com
داخستن || | IP : | Boçûnî to?
baxtiar | 2008/3/25 | 01:41
dast xosh bara jwanakam
dast xoshet ledakam barasty nmwnay kurdi wafadary hewa darm hamw kas wak to ber bkatawa
wa hewa darm btwany laregay am weblagatawa xzmatek pishkash bkaet bahamw kurd bataebat karkuki rasan dwara dast xosh
bray bchwkt
baxtiar sleman surchy
www.baxtiar.kurdblogger.com
ziyad_asaad@yahoo.com
داخستن || | IP : | Boçûnî to?




Gişt perrekanî wêblog

دواترین | په‌ڕگه‌ی 2 له‌ 4 | ‌په‌ڕگه‌ی ڕابردوو

Jimary Kirtekan