Binivîse E-posta
 

'EDALET BI CIH HAT' 

zubeyr-aydar.jpgSTRASBOURG - FLAHS - Dîwana Edaletê ya Ewropayê (CEJ), biryara tevlîkirina navê PKK û KONGRA-GEL a li nav lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê, şermezar kir û biryara Konseya Wezîran a Ewropayê betal kir. Parêzeran dabûn zanîn ku PKK di nav lîsteyê de hatibe bicihkirin, ev xizmeta aştiyê nake. Parêzeran her wiha ji dadgehê xwestibûn ku biryara 'ev biryar ne adilane ye' bide.

Dîwana Edaletê ya Ewropayê (CEJ), serlêdana ku ji aliyê PKK û KONGRA-GEL ve li hemberî "lîsteya terorê" ya Yekîtiya Ewropayê vekiribû, biencam kir. Dadgehê ji bo aşkerakirina biryarê daxuyaniyek kurt da û biryara Konseya Wezîran a Ewropayê, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Dadgehê biryara Konseyê ya têkildarî PKK û KONGRA-GEL'ê betal kir." Danişîna yekemîn a doza ku PKK û KONGRA-GEL li dijî lîsteya 'rêxistinên terorê' li Dîwana Edaletê ya Ewropayê vekiribû, di dawiya meha çileyê de li Luksemburgê hatibû dîtin. Danişîn, nêzî saetek dom kiribû û PKK û KONGRA-GEL ji aliyê 4 parêzerên îngîlîz ve hatibûn parastin. Parêzeran li dijî "lîsteya terorê" 10 klasorên tije delîl bûn pêşkêşî dadgehê kiribûn. Parêzeran gotibûn ku di pêvajoya agirbestê de PKK û KONGRA-GEL di nav lîsteya "rêxistinên terorê" de hatine bicihkirin, ev jî tiştek şaş e. Parêzeran dabûn zanîn ku PKK di nav lîsteyê de hatibe bicihkirin, ev xizmeta aştiyê nake. Parêzeran her wiha ji dadgehê xwestibûn ku biryara 'ev biryar ne adilane ye' bide.

Ji aliyê TPI ve biryara bêrayetiyê hatibû girtin

 

PKK, di 2'yê gulana 2002'yan de tevlî lîsteya "rêxistinên terorê" hatibû kirin. KONGRA-GEL ku di cotmeha 2003'yan de hatiye avakirin. Di sibata 2004'an de tevlî lîsteya "rêxistinên terorê" hatibû kirin. Li hemberî doza ku PKK'ê di cotmeha 2002'yan de vekiribû, Dadgeha Asliyeya Hiqûqê (TPI) ya Dîwana Edaletê ya Ewropayê (CEJ) biryara bêrayetiyê dabû û paşve zivirandibû. Lê Dozgera CJE'yê Julîane Kokott, di îlona 2006'an de aşkera kiribû ku dikarin serlêdana îtirazê ya ku PKK'ê kiriye, bi awayê hiqûqî binirxînin. Dîwana Edaletê dadgeha herî bilind a YE'yê ye, loma dikare biryarên ji aliyê dadgehên netewî ve hatine dayîn jî xera bike û ji nû ve binirxîne.

 

Meclisa Parlementeran lîste wekî îllegal îlan kiribû

Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê di 23'yê Kanûnê de bi piraniya dengan lîsteyên rêxistinên terorîst ên Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê wekî îllegal qebûl kiribûn û ev yek îlan kiribû.

ÇAVKANÎ: WWW.AZADIYAWELAT.COM







Gişt perrekanî wêblog

دواترین | په‌ڕگه‌ی 1 له‌ 4 | ‌په‌ڕگه‌ی ڕابردوو

Jimary Kirtekan